Buhar-Gelek cureyên gîha yên ji bo nexweşiyan pişkivîne

Dibe ku di encama barana zêde a vê dawiyê de ziyanên mezin çêbûn, lê belê berhemên baş jî bi xwere anîn.
Bi hatina werza buharê re bi dehan cureyên gîhayên xwezayî şîn dibin û ev gîha jî, ji bo gelek nexweşiyan baş in.

Barîna baranê di vê mehê de, bihar bi xwere anî û buhara îsal xweştir kir.

Li gundê Idiqê yê başûrê Kobanê gelek cureyên gîha derketin.

Şêniyên gundewarên Kobanê di werza buharê de, gîhayan didin hev, da ku ji bo nexweşiyan bikarbînin.

Gundiyan diyarkirin ku ew van gîhayan zuha dikin û paşê ji bo nexweşiyên ser-êş, zekem, iltîhab û ji bo nexweşiyên zarokan hazir dikin, paşê dikelînin û vedixwin.

Back to top button