Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku Zanîngeha El Şerq a Reqayê di dawiya sala xwendinê de tê girtin,
Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, Wezaretê got ku
Bawernameyên ku ji hêla Zanîngeha El Şerq a Parêzgeha Reqayê ve têne dayîn, wê wekî bawernameyên ku ji hêla zanîngeh û saziyên wekhev ên li zanîngehên giştî yên hikumetê ve têne dayîn têne hesibandin.
Wezaretê anî ziman ku “Zanîngeha El Şerq dê bi tevahî, tevî hemû fakulteyên wê, di dawiya sala akademîk a 2025-2026ˊan de were girtin”
Destnîşan kir ku “hemû milkên guhêzbar û neguhêzbar ên zanîngehê dê ji bo şaxa Reqayê ya Zanîngeha El Furat werin veguhestin.”
Wezaretê da zanîn ku “Mafê xwendekaran heye ku li gorî prosedur û rêziknameyên diyarkirî veguhezînin Zanîngeha El Furat
û şaxên wê yên li Dêrazor, Hesekê û Reqayê yan jî fakulteyên wekhev ên li zanîngehên din ên giştî.
” Her wiha hat gotin ku “statuya karmendên îdarî yên Zanîngeha El Şerq dê were birêkûpêk kirin û ew ê ji bo xebata li şaxa Reqayê ya Zanîngeha El Furat peyman werin çêkirin.”
Di heman demê de “statuya karmendên hînkirin û teknîkî yên Zanîngeha El Şerq dê were birêkûpêkkirin û ew ê ji bo xebata li Zanîngeha El Furat peyman werin çêkirin.”



