Li bajarê Hesekê bi hatina havînê re û berdewamkirina qutkirina ava Stasyona Elokê, nexweşiyên zikçûn û jehrîbûnê zêde bûne.
Xelkê bajêr, ji ber nebûna çavdêriya çavkanî û kalîteya avê, neçar in avê ji tankerên taybet bikirin ku ev av ji vexwarinê re ne guncaw e.
Gelek xelk ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên avê bîran dikolin, lê ava bîran pir caran ne ewle ye.
Îlyas Kerûm Serokê Beşa Nexweşiyên Perok a Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê got, ku wan 16 hezar û 350 rewşên nexweşiyên zikçûna dijwar û jehrîbûnê tomar kirine.
Kerûm anî ziman ku piraniya xelkê Hesekê xwe dispêrin tankerên avê, ji ber vê yekê em nikarin kalîteya wê garantî bikin.
Zarok herî zêde nexweş dikevin ji ber lewazbûna laşê wan.
Kerûm bang li xelkê kir ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigirin.
Têkildarî tedbîrên ku ji hêla Rêveberiya Tenduristiyê ve jî hatine girtin.
Kerûm diyar kir ku tîmên rêveberiyê di mehên havînê de xebata xwe zêde dikin.



