Li Zirganê jiyan asayî dibe lê xizmetên bingehîn kêm in.
Xelkên vegeriyan ji ber kêmbûna xizmetguzariyê û wêrankirina malan li gelek gundan gazinan dikin.
Bajarê Zirganê yê li bakurê Hesekê, di demên dawîn de piştî vegera piraniya şêniyan bo malên xwe, hêdî hêdî vedigere rewşa asayî.
Tevî vê yekê, li bajêr hîn jî xizmetên bingehîn kêm in û gelek gund û xanî wêran bûne.
Hevserokê Meclisa Bajarê Zirganê Ebdilezîz El Muhacirî der barê rewşa li bajêr de axivî û got:
Rewşa li Zirganê hêdî hêdî baştir dibe, piştî rawestandina êrişan û vegera xelkê bo malên xwe.
Tevî vê yekê, bajar hîn jî bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye, di serî de nebûna xizmetên bingehîn û qutbûna elektrîkê.
El Muhacirî da zanîn ku ew bi hemû derfet û çavkaniyên berdest hewl didin xizmetên bingehîn ji gundiyan re peyda bikin, ji bo sivikkirina barê li ser kesên ku vedigerin malên xwe.
Her wiha diyar kir ku wêraniya li bajarê Zirganê û gundên wê hatiye kirin pir mezin e, ev yek destwerdana bilez ji rêxistinên mirovî û alîkariyê hewce dike.



