Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê xelkê gundê El Misiltê koçber bûn û hîna venegeriyane.
Gundê El Misêltê dikeve bakurê bajarê Til Temirê, hîna ew gund bê xwedî ye û wêran bûye.
Gelek malên gund rûxiyane û yên dîtir jî di şer de ziyan dîtine.
Derî û paceyên malan nemane, hemû şelandine û dizîne.
Rêyên gund bi salan e nehatine bikaranîn, ji giyayan nema xuya dike.
Piştî lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê, şer li wê xetê rawestiya lê hîna baregeha leşkerî ya dewleta Tirk li gundê El Menax e û ev gund 400 metreyan nêzî gundê El Misêltê ye.
Gund bûbû xeta eniya şer û piştî Peymana 29`ê Çileyê jî şêniyên gund hîna venegeriyane gundê xwe.



