Rêveberiya Xwseser a bajarê Kobanê şandeyek Amerîkayê ya ji akademisyen û pisporên têkildarî rewşa Sûriyeyê pêk tê pêşwazî kir.
Şandeyê û Rêveberiya Xweser dosyayên entegrasyon û pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kir.
Her du aliyan girîngî da parastina ewlehiya herêmê û misogeriya aramiya wê ligel paşguhkirina taybetmendiya pêkhateya Kurdî.
Di hevdîtinê de hevserokê Rêveberiya Xweser a Kobanê Ferhan Hec Îsa û cîgira hevserokatiyê Mizgîn Xelîl amade bûn.
Her du aliyan mekanîzmayên entegrasyonê û asta heta niha pêk hatiye û rêbazên bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kirin.
Her wekî girîngî da parastina taybetmendiya pêkhateya Kurd li herêmê û got divê ewlehî û parastina herêmê were xurtkirin.
Beşdaran bal kişand ser mijara jinê û pêwîstiya naskirina mafên wê di destûra Sûriyeyê de.



