Mîna her rojê duh jî li ser herêmê êriş hebûn .
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundê Hîşê yê Eyn Îsayê topbaran kir .
Duh jî gundên Eyn Îsayê rastî êrişên dagirkeriyê hat .
Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê ragihand duh êvarî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hîşa yê Eyn Îsayê û depoyên avê dane ber topan.
Her wiha duh piştî nîvro jî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4 û gundê Fatsa yê rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kirin .