Ji ber deynê Sîrwan Barzanî, wê bi milyonan mirov ziyanek mezin bibînin

Kompanyaya Korek Telecom ya Sîrwan Barzanî 800 milyon dolar deynê Iraq ketiye û deynê xwe nade.
Lewma Iraqê biryar da ku peywendiyên xwe yên bi Korekê re qut bike.
Lewma wê bi milyonan kes zirareke mezin bibînin.

Danê siharê Lijneya Veguhestin û Gihandinê ya Parlamentoya Iraqê, derbarê mijarê de daxuayniye belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Iraqê ji bo rawestandina hemû peywendiyên xwe yên bi Korekê re, Wezareta Veguhestinê erkdar kiriye.

Bi vê yekê re bi milyonan welatî bi ziyaneke mezin re rûbirû mane.

Li gorî lêkolînan, li Iraqê 7 milyon mirov xeta Korek ya peywendiyan bikartîne.

Ger Korek Telecom deynê xwe nede, wê bi milyonan welatî ziyanek mezin bibînin.

Kompanyaya Korek Telecom ya peywendiyan, ya Sîrwan Barzanî ê biraziyê Mesud Barzaniye.

Koreke 800 milyon dolar deyndarê Iraqê ye û heta niha jî nedaye.

Ji ber vê jî Desteya Peywendî û Gihandinê ya Iraqê hemû peywendiyên bi kompanyaya Korekê re daye rawestandin.

Niha jî ji ber deynê Sîrwan Barzanî bi mîlyonan mirov bi zirareke mezin re rûbirû maye.

Back to top button