Gerînendetiya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku di 2 rojên bê de li ser rêyan qeşa çê bibe.
Di heman demê de bang li ajokaran kir ku baldar bin.
Gerînendetiya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hesabên xwe yên fermî got:
“Li herêmê di 2 rojên bê de pileyên germahiyê kêm dibin.
Îhtîmal heye, bi şev û saetên berbanga sibê qeşa çê bibe.
Divê ajokar baldar bin û ji bo parastina jiyana xwe û ya şêniyan, li gor rêgezên trafîkê tev bigerin.”