Ebdulfetah Sîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket û careke din bû serokkomarê Misirê.
Zêdetirî 67 milyon Misirî ji bo serokkomarê xwe yê nû hilbijêrin di navbera 10 û 12ê Kanûnê de çûn ser sindoqan.
Di hilbijartinan de Serokkomarê niha Ebdulfetah El Sîsî jî di nav de 4 berbijêr ketin pêşbaziyê.
Hilbijartin di bin çavdêriya 15 hezar dadwer, hejmareke zêde pêkhateyên herêmî û ji 14 pêkhateyên navneteweyî 220 kesan de bi rê ve çû.
Desteya Niştimaniyê ya Hilbijartinan a Misirê ragihand ku Ebdulfetah El Sîsî ji sedî 89ê dengan bi dest xistin û careke din bû serokkomarê Misirê.
Li gorî guhertinên herî dawî yê destûra bingehîn a Misirê Ebdulfetah El Sîsî heya 2030î bibe serokkomar,
Sîsî di hilbijartinên 2014’an û 2018’an de ji sedî 97ê dengan bi dest xistibû û bi ser ketibû.