Li Dêra Zorê ji bo 15 hezar welatî av hat peydakirin

Şaredariya Gel a Şihêl a kantona Dêrazorê stasyoneke ava vexwarinê bi cih kir ku dê 15 hezar welatî jê sûd bigirin.

Ji 9 salan de şêniyên taxên Şebeke, Nebaî, Moh, Tela û Ziblo yên bajarokê Şihêl ê kantona Dêrazorê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin û av ji sahrîcan dikirîn.

Di çarçoveya xwedîderketina li bangên şêniyan de û li gor encamnameya konferansa xurtkirina ewlehî û aramiyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê stasyoneke avê ji bo şêniyên bajarokê Şihêl amade kir.

Stasyon avê li taxên navborî belav bike ku hejmara welatiyên jê sûdê digirin 15 hezar welatî ye.

Tê payîn ku stasyon di çend rojên bê de bikeve meriyetê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a kantona Dêrazorê îsal 45 proje pêk anîn û piraniya wan projeyên girêdayî avê bûn.

Back to top button