Hêzên Asayîşê ragihand ku li gundewarê Hesekê ya kantona Cizîrê û Minbicê 2 endamên wê şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi 2 daxuyaniyên cuda nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir..
Asayîşê detayên şehadeta her 2 şehîdan parve kirin û got:
“Endamê me Xelîl Îbrahîm Hemîd pêncşemê li Şedadê, ji aliyê kesên nenas ve hate hedefgirtin û şehîd bû.
Endamê me Ferec Xelef El Nasir li Minbicê dema erka xwe pêk dianî, şehîd bûye.”
Li gor daxwiyaniyan nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û paşnav: Xelîl Hemîd
Navê bav: Îbrahîm
Nave dayîkê Zehiya
Cih û dîroka tevlêbûnê: Ebû Rasên 1-1-2017
Cih û dîroka şehadetê: gundê Ecace yê Şedadê 14-12-2023
Nav û paşnav: Ferec El Nasir
Navê bav: Xelef
Navê dayîkê: Ibtîsam
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic 29-8-2018
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 17-12-2023