Ji berdewamkirina dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku nahêle sotemenî û madeyên bingehîn derbas bibin, kehrebe bi temamî qut bûye.
Di encama dorpêça hikumeta Şamê de, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di tariyê de mane.
Jeneratorên li her du taxan, ji ber nebûna sotemeniyê nema dixebitin.
Şaredariyên Gel ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kirin ku sedema sereke ya qutbûna kehrebeyê, dorpêça hikumeta Şamê ye û wiha gotin:
“Ji ber dorpêçê sotemenî derbasî herêmê nabe.
Sotemenî di depoyên şaredariyê de nema.
Êdî em nikarin sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina jeneratoran peyda bikin.”