Mecilsa Sivîl ya Dêrazorê: Rêjîma Şamê şerê taybet dimeşîne

Mecilsa Sivîl ya Dêrazorê, Şêx û Rûsiyên herêma Cizîrê derbarê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê “daxwiyaniyê cûda dan.
Aliayan eşekre kir ku Rêjîma Sûrî bi her awayî hewl dide ku fitneyê li herêmê derxîna.
Lewma divê pêkhateyên me yek dest bin.
Her wekî nivîskar Deham El Setam jî Rohanî TV re got:
“Rêjîma Sûrî helwe dide ewlehiya herêmê têk bibe.”

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê ” 6 roj li dû xwe hiştin û bi xurtî dewam dike.

Di wextekê de ku QSD’ê bi ser kozik û baregehên şaneyên DAIŞ’ê de digre Rêjîma Sûrî hewl dide fitneyê derxîna.

Derbarê vê yekê de ji gelek aliyan ve daxwiyanî derketin.

Mecilsa Sivîl ya Dêrazorê derbarê vê yekê daxwiyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku Rêjîm Sûrî di riya şerî taybet dixwaze ewlehî ê istiqrara li herêmê têk bibe û got:

“Hin çekdaran dişîne herêma Dêrazorê jib o fitneyê derxînin.

Ji ber vê dive hemû pêkhateyên herêmê li neyên xapandin û li kêlek hêza xwe bisekinin.

Pêwîste tevahî gelê me di nava teverê de bin , bi her şêwazî destkeftiyên vê herêmê biparêzin.”

Şêx û Rûspiyên Cizîrê divê herkes aramiya herêmê bi parêze

Her wekî Şêx û Rûsipiyên herêma Cizîrê jî daxwiyaniyek dan û got:

Em wek gelê herêmê bi tevahî pêkaheteyên wê li dijî vê fitneyê derdikevin û em bi tu awayî qebûl nakin.

Lazime xelkê me yê Dêrazorê li pey van fitneyan nekive û nekevin xefka şerê taybet.

Pêwîste her kes ji yekê beldar be û li kêlek hêzên leşkerî bisekinin û destkeftiyên xwe biparêzin.

“Rêjîma Şamê bi fitneyan dixwze ewlehiya herêmê binpêbike”

Nivîskar Deham El Setam jî derbarê vê yekê ji Ronahî TV re axivî û got:

“Rêjîma şamê dixwaze şer û pêvçûnê di nava pêkhateyan derxîne.

Da ku desthilatdariya xwe li ser tevahî xaka sûrî bi meşîne.”

Deham El Setam eşekre kir ku em bawerin çawa xelkên Dêrazorê fitneyên berê vala derxist wê vê fitneyê jî vala derxîne.

El Sade El-Tifêhîn: Di her malbatekê de şervanek QSD’ê heye

Back to top button