Encamnameya konferansa ragihandinê a KNK’ê hat eşkerekirin

KNK’ê sê roj berê li ser rewşa ragihandina Kurd bi beşdariya bi dehan rojnamevanan konferansek lidarxist. Encamnameya Konferansê hete eşkerek kirin.

Di 16’ê çileyê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi armanca nirxandina rewşa medyaya kurdî û rola wê, bi beşdariya bi dehan kesên ji çar aliyên Kurdistanê konferansek online pêkanî.

Di konferansê de gelek mijarên têkildarî ragihandinê û rola wê hatin nîqaşkirin.

Di konferansê de nêrîn, helwest û pêşniyazên hevbeş derketin holê.

Encamnameya Konferansê hat eşkerekirin û xalên hevbeş hatin destnîşan kirin. Hin ji wan xalan wiha ne;

– Hewil bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamevanan bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevbeş yên Kurdistanê bi hev re kar bikin.

– Piştevaniya medyaya azad bê kirin da ku bikaribe bi rola xwe ya gihandina doza Kurdistanê rabe û di pirsgirêkên navxweyî de azadtir bixebite.

– Bi sedan rojnamegerên kurd li zindanên rejîma tirk de ne, her wiha li Îranê jî rojnamevan her tim tên girtin di vê çarçoveyê de pêwîste rojnamevan rewşa rojnamevanên girtî bişopînin.

– Divê bereya rojnamevanan zêdetir li deverên ku êrişên dagirkeriyê li ser in bin. Her wiha lazime êrişên navxweyî yên li ser maf û azadiyan jî bên dîtin.

– Pêwîste yek ji wezîfeyên sereke a rojnamegeran, pûçkirina dekûdolabên ragihandina şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê be.

– Di nûçe û bûyeran de zimanekî hevbeş ku berjewendiyên netewî esas digre bê bikaranîn.

– Her sal bi vê mebestê konferansek ji bo medyakaran bê organîzekirin.

– Wezîfe û mafên rojnamevaniyê li Kurdistanê bi qanûnan bên destnîşankirin û rê li ber yasayên ku mafê rojnamevanan bin pê dikin bên girtin.

– Pêwîste dezgehên ragihandinê bibin aliyê hev nêzkirina kurdên li çar hêlên welêt û derveyî welêt û nebin perçeyek ji projeyên dagirkeran.

– Divê dezgehên ragihandinê ne bi zimanekî cîhê lê bi zimanekî hevbeş tifaq û ewlehiya netewî biparêzin.

Back to top button