Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane ya 2. li dar xist

Civîna salane ya 2’emîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Reqayê pêk hat.
Di civînê de kesên axivîn, diyar kirin ku hişmendiya hikumeta Şamê a li dijî çareseriyê, dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta hêzên navnetewî, hişt ku alozî dirêj bibe.

Îro, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nirxandina xebatên xwe û destkeftiyên sala par û danîna plan û projeyên sala 2021`an, civîna xwe ya salane ya 2’emîn li Reqayê li dar xist.

Di civînê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş axivî û got:

Bi saya vîna hemûyan, em gihaştin vê qonaxê, lê hîn gelek pêngav li pêşiya me hene, divê em wan jî derbas bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Rûsya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê, bê deng e.

El-Mehbaş piştrast kir ku rejîma Sûriyê li hemberî Rêveberiya Xweser û şêniyên wê siyasetên cuda, dimeşîne.

Têkildarî diyaloga sûrî-sûrî jî, El-Mehbaş wiha got:

Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî, bi aliyên cuda yên Sûriyê re gelek civîn li dar xistin.

Ilham Ehmed: Aloziya Sûriyê parçeyekî sîstema cîhanî ye

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî rewşa siyasî li herêmê nirxadin û ev tişt got:

Ji bo çareserkirin û bidawîkirina aloziya Sûriyê, em hîna dibînin ku astengî û zehmetî hene. Ji ber ku aloziya Sûriyê parçeyekî sîstema cîhanî ye.

Berjewendiyên navneteweyî di aloziya Sûriyê de hene û hemû dewletên herêmî hewl didin serweriya xwe ferz bikin.

Ji ber belavbûna opozîsyonê, siyasetên rejîmê dewam dikin. di salên berê de jî, rejîmê tu guhertin di qada siyasî de çênekirine.

Piştî axaftinan, rapora xizmetguzariyê ya sala 2020`an hat xwendin û sînevîzyonek li ser xebatên komîteyên Rêveberiya Xweser û projeyên sala 2020`an, hate nîşandan.

Piştî pêşniyar û nirxandinan, pelanên xebatê yên 2021’an hatin diyar kirin.

Back to top button