Ev 77 rojin agahî ji rojnemevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ên ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin ev 77 rojin ti agahî jê nayê girtin.
Di derbarê revandina Silêman Ehmed de Komîteya li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî-ICAD’ê helwesta PDK’ê weke sûcê hiqûqî binavkir û wiha got: “Helwesta PDK’ê him ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê siyasî ve sûc e.
Em bang li rayedarên PDK’ê dikin ku divê Silêman Ehmed zûtirîn dem bê berdan.”

Ji Rojnemevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ên ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin 77 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe metirsînek mezin li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

PDK’ê rê nade ne Parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

ICAD: Divê rojnamevan Silêman Ehmed demildest were berdan

Komîteya li Dijî Windakirinên Binçavan a Navneteweyî (ICAD) derbarê rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyeke nivîskî da û got:

” PDK ev 2 meh û nîv in derbarê Silêman Ehmed de agahî nade parêzer û malbata wî û ev him ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê siyasî ve sûc e.

Em bang li rayedarên PDK’ê dikin ku di zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe berdin, tavilê parêzer û malbata Silêman Ehmed agahdar bikin û Silêman Ehmed tavilê serbest berdin.

Ji ewlekariya jiyana Silêman Ehmed Asayîşa Giştî ya Duhokê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsyar in.

Rejîmên faşîst, nîjadperest û totalîter ku serî li revandin dibinçavan de wendakirinan muxalîfan didin û ev sûcê mirovahiyê ye.

Ji derveyî her cure pêkanînên demokratîk, bi temamî ne hiqûqî ye.”

ICAD’ê di dawî de destnîşankir ku kesên ku sûcê mirovahiyê dikin wê zû yan dereng hesab bidin.

Rojnamevan Silêman 76 rojin windaye

Back to top button