Li Efxanistanê teqîn, jimara miriyan derket 31’an

Li Efxanistanê encama teqîna tankera sotemeniyê giran dibe.
Herî dawî hate ragihandin ku jimara miriyan derketiye 31’an.

Doh li Tunelea Salagê ya ku dikeve bakurê paytext Kabulê tankerek sotemeniyê teqiya.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 31’an.

Tunela navborî tekane tunela ku parêzgehên bakurê welat bi paytextê ve girê dida.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Demî ya Talîbanê Şaraft Zaman derbarê mijarê de agahiyên dawî bi çapemeniyê re parve kir.

Şaraft Zaman diyar kir ku jimara birîndaran jî derket 37’an.

Zaman destnîşan kir ku kesên di bin xirbeyan de mane hene û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Ji ber vê yekê metirsiya zêdebûna jimara mirî û birîndaran heye.

Tunela Salangê heta niha li trafîkê girtiye.

Ji ber di tunelê de barhilgirên kumirê jî hebûn, hîna şewat li nava tunelê nehatiye kontrolkirin.

 

Back to top button