26 Partiyên siyasî lîsteyên namzetên xwe radestî lijneya hilbijartinê kirin

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hilbijartina giştî di rojevê de ye. 26 partiyên siyasî lîsteyên namzetên parlementeriyê radestî lijneya hilbijartinê kirin. Lîsteya herî rengîn jî ya Partiya Çep a Kesk bû. Li Orhangaziyê jî bûroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin, li wir Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û anî ziman ku dê jin AKP’ê têk bibin. 

Duh 26 partiyên siyasî lîsteyên namzetên parlementeriyê radestî lijneya hilbijartinê kirin.

Di lîsteya Partiya Çep a Kesk de gelek kesên bi têkoşîna demokrasî û azadiyê tên naskirin cih girtin.

Lîste ji pêkhateyên Kurd, Tirk, Ermen, Ereb pêk tê.

Li keleka kesên ji baweriya Misilmantiyê, gelek namzetên Elewî û Xiristiyan wê ji lîsteya Kesk bikevin parlementoyê.

Her wiha hevserokên HDP, KCD, DBP, saziyên sîvîl û rêxistinên jin yên têkoşer jî bûn namzet.

Ji wan Ferît Şanyeşar, Rojnamevan Cengîz Çandar û Hasan Cemal ku serwextî pêvajoya siyasî ya 50 salî ne.

Her wiha tevî ku hemû partiyan sedî 95 namzetên mêr nîşan dan.

Partiya Çep a Kesk li her herêmêke hilbijartinê sedî 50 namzetên jin nîşan dan.

Pervîn Buldan: Dê jin AKP’ê têk bibin

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê li Taxa Orhangazî ya navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina bûroyê de axivî û got:

Vekirina Bûroyê veguherî mîtîngê.

Guherîna herî mezin a vî welatî dê bi saya keda jinan bibe.

Her wiha dê jin AKP’ê têk bibin.

Di dawiyê de Pervîn Buldan û jinan bi hev re bûro vekir.

“Bi Partiya Çep a Kesk wê gelek tişt biguherin”

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ya Cizîrê Firdews Poyraz destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi pêşengtiya jin û ciwanan dikin û got:

Divê gel li dengê xwe û li sindoqan xwedî derkeve.

Bi Partiy Çep a Kesk wê gelek tişt biguherin.

Em aliyê aştî û azadiyê ne.

“Gel êdî siberojeke demokratîk û azad dixwaze”

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy têkildarî bandora erdhejê ya li ser hilbijartinên 14’ê Gûlanê de axivî û got:

Gel êdî siberojeke demokratîktir, azad a ku tê de ewleh be û xwe îfade bike dixwaze.

Em wisa difikirin ku ev guhertin û veguhertina demokratîk dê hilbijartinên siberojê destnîşan bike û diyar bike.

Di vê wateyê de pêwîste hemû aliyên siyasî hawirdora siyasî ya pêwîst amade bikin û zemîna siyaseta demokratîk bihêz bikin.

Back to top button