Rêveberiya PAJK’ê civîna xwe li dar xist

Rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) civîna xwe lidarxist.
Di civînê de bi awayek berfireh li ser têkoşîna gerîla ya sala 2022’an nîqaş hat kirin.
PAJK’ê diyar kir ku ew ê berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi ruhê piştevanî, biryardariya têkoşînê bidomînin.

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) li ser esasê plansaziya xebatên xwe ên sala 2023’an civîna xwe li dar xist.

Rêveberiya PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî civîna xwe ya rêveberiyê eşkere kir..

PAJK’ê diyar kir ku sala têkoşînê ya 2023’an weke sala azadiya Rêbertî hate destnîşankirin.

“Hêzên komploger bi bêdengiya xwe tecrîda mutleq pejirand.

Em jî vê bêdengiya han bi tundî şermezar dikin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê azadiya jin û gelan misoger bike.

Lewma birayar hat dayîn ku têkoşîn bi rengekî piralî bê bilind kirin.”

PAJK’ê destnîşan kir ku di civîna me de bi awayek berfireh li ser têkoşîna gerîla ya sala 2022’an hat sekinandin ..

Civîna me ku li ser esasê dilsoziya rast a ji bo bîranîna şehîdên me yên mezin hemû rojevan nirxand.

Bi îdiaya ku erkên şoreşê li gorî rastiya şehîdan pêk bîne.

Şehîdên me coş û baweriyeke mezin meşandin.

Armanca me ya esas ew e ku bi armanca hesab xwestina ji dijmin li her derê dijmin bikin hedef .

Mîrateya têkoşînê ya her hevreyên me yên azadiyê biparêzin û di xeta şehîdan de têkoşîna şoreşgerî bi ser bixin.

Li gorî Rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê Avakirina şoreşa jinê yek ji mijarên civînê bû.

“Tevger û rêxistinên jinan hemûyan bi têkoşîna hevpar ketine nava tevgerê .

Em vê heqîqetê dibînin ku rêya demokrasiya ref, neteweyî û civakî, bi azadiya jinê pêkan e.

Ji her demê zêdetir derfet heye ku hîn bêhtir şoreşa jinê were pêkanîn .

Em ê berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi ruhê piştevanî, biryardariya têkoşînê bidomînin. ”

PAJK’ê herî dawî piştrast kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyekê ne.

Birayar hat dayîn ku li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têkoşîn were kirin.

AKP-MHP’ê ya ku hewl dide tevgera me ya azadiyê tasfiye bike û sond xwariye Kurdan tune bike.

Li hemberî xiyaneta PDK’ê ku alîgirê AKP-MHP’ê ye, li her qadê têkoşînê were dayîn.

Lazime di pêşengiya jin û ciwanan de berxwedan bê mezinkirin..

Back to top button