Alîkariyên Heyva Sor ji bo mexdûrên erdhejê

Heyva Sor a Kurd bîlançoya alîkariyên ku koçberên Efrînê re pêşkêş kirire eşkere kir.

Piştî erdheja 6`ê Sibatê qewimî Heyva Sor a Kurd hewl dide alîkariya mexdûrên erdhejê bike.

Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê alîkariyên tenduristiyê û xêrxwaziyê ji mexdurên erdhejê re pêşkêş kirin.

Heyva Sor a Kurd bîlançoya alîkariyan eşkere kir.

Li gor bîlançoyê:

Heyva Sor a Kurd a Qamişlo kamyoneke alîkariyê ji şêniyên Helebê re şandin .

Ji 4 konên mezin, 6 konên malbatî pêk tê.

Ji bo pêşwazîkirina malbatên ji ber erdhejê xesardîtî, 420 kon li ser kampên Şehbayê hatin belav kirin;

350 kon li Kampa Serdemê, 20 kon li Kampa Berxwedan û 50 kon li Kampa Veger hatin vedan.

Şêniyên Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkariyên tenduristî, xwarin û betanî şandin.

Derdora 348 betanî, 177 mînder, 108 hesîr li mexdêrên ku li Kampa Serdemê dimînin hatin belavkirin.

32 kursî ji kesên astengdar re hatin pêşkêşkirin.

Ji Desteya Rêveberiya Herêmî re, 7 hezar û 800 cilûbergên karkeran, hatin pêşkêşkirin.

2 hezar çente li ser desteya perwerdê û fêrkirinê hatin belavkirin.

Alîkariyên madî û derman ji zêdetirî 20 nexweşan hatin pêşkêşkirin.

Derman ji Desteya Tenduristiyê re hatin peydakirin.

19 hezar dolar li malbatên di nava 5 kampên Şehba û Şêrawayê de dimînin, hatin belavkirin.

Ambulansek ji nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûd re hate pêşkêşkirin.

Hesen Nebo: Bi hemû hêza xew me hewl da ku bibin alîkar

Têkildarî wê, Hevserokê Heyva Sor a Kurd şaxê Efrîn û Şehbayê Hesen Nebo axivî.

Hesen Nebo bal kişand ser dorpêça ku li ser Şehbayê hatiye ferzkirin û di encamê de rewşa li herêmê aloztir bûye.

Nebo destnîşan kir ku wan lêçûnên dermankirina birîndarên erdhej û avahiya hilweşiyayî ya Şêxmeqsûdê da.

Me hewl da ku alîkariyan ji mexdûrên erdhejê û malbatên ji Helebê hatina kantonê re pêşkêş bikin.

Ji bo wê me gelek kon li her sê kampan vedan û ji hemû aliyan ve amade kirin.”

Back to top button