Macron bi serokwezîrê Yûnanistanê re dicive

Serokkomariya Fransayê ragihand ku, roja 10’ê Îlonê, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakus Mîtsotakîs re, ji bo aloziya Deryaya Spî û têkiliyên bi Tirkiyê re, dicive.

Ev civîn, di çarçoveya civîna li Parîsê, ya bi beşdariya Portugal, Ispaniya, Îtaliya, Qibris, Malta û Yûnanistanê de pêk tê.

Hefteya borî, berpirsekî hikumeta Yûnanistanê eşkere kiribû ku welatê wî danûstandinan bi Fransa û gelek weletên din re dike, da ku Firokeyên şer bikire.

Meha borî, piştî lihevkirina deryayî ya di navbera Misir û Yûnanistanê de, Tirkiyê keştiyeke lêgerîna li gaz û petrolê şandibû herêma bi nakok û ji ber vê yekî aloziya navbera herdu welatan kûrtir bû.

Back to top button