Amerîkayê Sûdan ji lîsteye welatên piştgirên terorê rakir

Îro bi fermî Amerîkayê Sûdan ji lîsteye welatên ku piştgiriya terorê dikin rakir.

Hikûmeta Sûdanê ragihand ku îro înê, serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî biryara rakirina Sûdanê ji lîsteya welatên piştgirên terorê îmze kir.

Hikûmeta Sûdanê ev tişt weke rojeke dîrokî ji bo Sûdan û şoreşa wê bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye ku duşema çûyî Donald Trump gotibû ku hikûmeta Sûdan qebûl kiriye ku 335 milyon dolar bide qurbaniyên terorê û malbatên wan.

Trump diyar kiribû ku dema Sûdan van pereyan bide, wê yekser navê wê ji lîsteya welatên piştgirên terorê rake.

Li gorî hin çavkaniyên hikûmeta Sûdanê, pereyên ku Amerîkayê xwestibûn gihane Washingtonê.

Back to top button