Kongdreya 5. a Yekîtiya Ragihandina Azad li Qamişlo hat lidarxistin

Îro Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad a 5’emîn li Qamişlo, bi beşdariya 200 Rojnamevanî hat lidarxistin.

Di kongreyê de, li ser rewşa ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî û rêbazên pêşxistina xebatên ragihandinê, axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku ku divê dezgehên çapemeniyê karibin rewşa herêmê baştir bişopînin.

Yekitiya Ragihandina Azad 5’emîn kongreya xwe li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Kongr bi slogana “Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çavkiyê ve ye” hat lidarxistin.

Kongr bi beşdariya derdora 200 rojnamevan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dest pê kir..

Di kongreyê de rewşa ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêbazên pêşxistina xebatên ragihandinê û derbaskirina kêmasiyan hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo di kongrê de axivî û diyar kir ku di dirêjahiya 9 salên şoreşa Rojava de, ragihandinê rolek girîng lîst.

Seydo hêvî kir ku rojnamevan û saziyên ragihandinê rewşa herêmê ragihînin, piştgiriya têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin.

Hevseorkê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Amir Mûrad jî teqez kir ku divê dezgehên çapemeniyê karibin rewşa herêmê baştir bişopînin.

Hevseroka Yekîtiya Ragihanda Azad Evîn Yûsif ji mere axivî û anî ziman ku di 9 salên şoreşê de li herêmê rojnamegerî bi pêş ketiye.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser rojnamevanên ku di şopandina êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de şehîd bûne, hat pêşandan.

Piştre hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif rapora salane ya xebatên yekitiyê xwend.

Kongre bi nîqaşan û girtina biryaran bi dawî bû.

Back to top button