Welatên Koma Biçûk ji bo Sûriyê bi daxuyaniyek hevpar, diyar kirin ku divê biryara NY’ê ya 2 hezar û 254’an bê bicihkirin û divê çêkera demografiya herêmên Sûrî nayê guhartin.
Wezareta Karên Derve a DYA li ser navê Koma Biçûk a Birîtanya, Fransa, Elmanya, Siûdî-Erebistan û Urdun yên endamên wê, daxuyaniyek hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê pêkanîna biryara NY’î ya 2 hezar û 254’an e.
Komê di çarçoveya biryarê de destnîşan kir ku wê hilibijartinek adil û azad û bitevlîbûna hemû penabarên ji hundir û dereyî Suriyê bê lidar xistin.
Koma Biçûk di daxyaniyê de, guhartina çêkera demografîk herêmên Sûrî red dike û piştrast kir ku divê hemû kes pîvanên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ên NY bi cih bînin.
Her wiha Koma biçûk ji ber êrîşên terorî yên li Başûrê Suriyê, fikarên xwe jî anîn ziman.