Gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê li Avaşîn û Haftenînê li hêzên artêşa Tirk dan. Di çalakiyan de, 12 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha pargeleke radarê jî hate rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk, raya giştî agahdar kir.
Li gorî vê,
- Li herêma Avaşînê
8’ê Tebaxê, hêzên dagirker xwest ber bi çeperên şer ên Qada Şehîd Rêber pêşde werin.
Di encama destwerdana gerîlla de, leşkerek hate kuştin û yên din neçar man paşde biçin.
Heman rojê, hêzên artêşa Tirk xwestin bi dozeran çeperên berxwedanê birûxînin.
Lê ji ber bersivdayîna gerîlla ev hewldan biser neket û leşkerên Tirk neçar man ji qadê dûr bikevin.
- Li herêmên Haftenîn û Metîna
4’ê Tebaxê, li qada Girê Koordîne a girêdayî Haftenînê, gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk çalakî pêk anîn.
Di encamê de pergaleke radar û 2 pergalên kamereyên şopandinê hatin rûxandin.
8’ê Tebaxê li Qada Girê Amediyê, di encama çalakiyên sekvaniyê de, 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
9’ê Tebaxê li heman qadê, gerîlla bi ser çeperên hêzên dagirker de girtin.
Di çalakiyê de 2 kon hatin tinekirin.
Her wiha 9 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.
Navenda Ragihandinê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan:
Di navbera 8 û 9’ê Tebaxê de, artêşa dagirker
16 caran bi çekên kîmyewî,
15 caran bi balafirên şer û 8 caran bi helîkopteran, qadên berxwedanê bombardiman kirin.