Konseya Ewlehiyê : Bila Tirkiye, Urdin û Îmarat li ser ambargoya çekan a li Libyayê hurmetdar bin

Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî bang li Tirkiye, Urdin û Îmaratê kir ku li ser ambargoya çekan a Libyayê rêzê nîşan bidin.
Komîteya zextan a Konseya Ewlehiyê ji hemû dewletan xwest ku tevlî nav şer nebin û nekevin nav hewldanên ku şer gurtir dike.

Li gorî pisporên NY’yê ku ambargoya çekan kontrol dikin, Urdin û Îmaratê metaryalên leşkerî didine General Haftar ku rojhilatê Libyayê di kontrola xwe de dihêlin.

Pisporên NY’yê gotin, dewleta Tirk jî destekê dide hikûmeta bi navenda Trablûsê.

Li gorî Reutersê ev tespît di raporeke veşartî de ne, ku tê payin vê mehê werin weşandin.

Hêjayî gotinê ku Mûşîr Xelîfe Hefter ku serkêşê artêşa niştîmanî ya Lîbyayê ye, li dijî Hikûmeta Yekîtiya Netewî ku dewleta Tirk desteka wê dike ji Nîsanê ve operasyonê dike.

Di nav meha borî de dewleta Tirk gelek caran çekên giran ji Libyayê re şandin.

Hêzên girêdayî Hefter jî gelek balefirên bêmirov yên dewleta tirkiyê anîn xwarê.

Leave a Reply

Back to top button