Li Kerkûkê pismamê Ebûbekir Bexdadî hat girtin

Li Kerkûkê, serçeteyek DAIŞ’ê ku dibe pismamê Ebûbekir Bexdadî hat girtin.

Rêveberiya Polîsên Hewîce ragihand ku li Kerkûkê piştî şopandinê, serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Hamid Şakir Seb Elbedrî hatiye girtin.

Li gorî Rêveberiya Polîsên Hewîce ev çete bi nasnav Ebû Xeldûn e û danê sibehê li Taxa 1’ê Hezîranê ya Kerkûkê hatiye girtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku serçeteyê hatiye girtin dibe pismamê serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir Bexdadî, ku beriya demekê bi operasyoneke taybet li Idlibê ji aliyê hêzên Emerîkî û bi hevkariya QSD’ê hat kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button