Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.. Ji ber dorpêçê xebatên hilweşandina avahiyan astang dibin

Erdhejên ku 6’ê sibatê qewimîn me got bandor li Sûrî jî kir.
Taybet avahiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê zirar dîtin..
Ji ber zirar dîtin diviyabû bihatana hilweşandin.
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê hêj jî nehatine hilweşandin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alavên ji bo hilweşandina avahiyan pêwîst tune ne.

Ev yek xebatên şaredariyê dereng dixe.

Nexasim ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li derdora herdu taxan in û rê nadin ku alav derbas bibin.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel Ednan Jaro derbarê vê yekê axivî.

Ednan Jaro diyar kir ku wan biryar dabû ku 12 avahiyan di zûtirîn dem de hilweşînin.

Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê rê nehat dayîn ku alav û sotemenî derbas bibin..

Karker destnîşan kir ku ji bo xeteriya van avahiyan bê bidawîkirin, divê alav derbas bibin.

Jaro bang Ii şêniyên her dutaxan kir ku dema derizîn di xaniyên xwe de ferq kirin, yekser wan agahdar bikin.

Back to top button