Şandeyek Amerîkî serdana rayedarên PDK û YNK’ê kir

Şandeyeke Amerîka li Hewlerê, bi rayedarên PDK û YNK’ê re civiya û behsa peymana li ser Şengalê û xwepêşandanên li herêmê kirin.

Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Giştî ya Amerîkî li Hewlêrê, mijarên ewlehî, siyasî, civakî û aborî di hevdîtinê de hatin nîqaşkirin.

Şandeyê piştgiriya xwe bi pêkanîna peymana li ser Şengalê û goftugoyên di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de hatin kirin, nîşan da.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya Amerîkî, berpirsên Başûr ji bo yekgirtina partiyên Kurdistanê han kiriye û girîngiya azadiya raman û ragihandinê dubare kiriye.

Her wiha têkildarî tundiya PDK’ê dema dawî ya li Silêmaniyê jî, fikarên xwe anî ziman.

Back to top button