Salvegera 5. a komkujiya Til Temirê

Îro salvegera 5. a komkujiya Til Temirê ya sala 2015’an e. Vê komkujiya ku bi destê xwînmijên DAIŞê hatibû kirin, dawî li jiyana 28 sivîlan anî. Ev roja biêş hîna li bîra şahidên wê bûyerê ye. Rast e, 5 sal derbas bûne, lê hîna şêniyên navçeyê bi êşkişandina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re rû bi rû ne.

10’ê Kanûnê ye..

Berî 5 salan weke vê rojê, ewrekî reş xwe li asîmanê Til Temirê girt..

Rojeke ne weke her roj bû, rojeke ku tê de vê navçeyê 28 qurban dan.

Ew jî mîna gelek bêgunehan, qurbanên kirinên hov ên tundrewên DAIŞ’ê bûn.

Di êvareke zivistana ker û lal de, 3 teqînan rû dan û ew êvar hîna tarîtir bû.

28 sivîl ji ber van teqînan şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û zêdeyî 60 avahî wêran bûn.

Malbatên qurbanên komkujiyê û çend şêniyên navçeyê ew êvara biêş bi bîr tînin.

https://youtu.be/B6_ZoPWq3cg

Rast e, komkujiyê 5 sal li pey xwe hiştin, lê xeta çeteyên DAIŞê bi destê çeteyên din ên Tirkiyê li ser vê navçeyê û herêmine din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî tê xêzkirin.

Germa dujeha ku hovên Erdogan li vê herêmê barandiye, duh tîna xwe gurtir kir û êrîşek bi hewldana dagirkirinê, bir ser gundê Um el-Kêf ê heman navçeyê.

Lê şervanên Meclisa Leşkerî karîbûn ji bo parastina gelê xwe, bibin bersiv.

Back to top button