“Divê her kes ji şerê navxweyî hişiyar be û li dijî planên Tirkiyê raweste”

​​​​Tevgera Azadî bi xelkê Binarê Qendîlê re li ser metirsiya êrîş û hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk civiya.

Di civînê de, behsa metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, xeta xiyanet û komployên li dijî Kurdan hate kirin.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze di nava Kurdan de şer çêbe, ji bo vê jî Tirkiye, PDKê ji bo şer amade dike.

Ji bo ku şer çênebe, Tevgera Azadî teqez kir ku divê her kes li dijî planên dewleta Tirk raweste.

Xelkê Binarê Qendîlê jî helwesta xwe ya li dijî şerê navxweyî anî ziman û diyar kir ku şer wê tenê di berjewendiya dijmin de be.

Back to top button