“7 welatî neçarî qeydkirina milkên xwe li ser navê çeteyan hatin kirin”

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo dibêje:
“7 welatî neçarî qeydkirina milkên xwe li ser navê çeteyan hatin kirin.”

“Efrînî tên neçarkirin ku milkên xwe li ser navê çeteyan qeyd bikin.”

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo bi van gotinan rewşa Efrînê pênase dike.

Li gorî wî, halê hazir, nêzî 30 avahiyên mêtingehiyê li herêmê hatine avakirin.

Li wan avahiyan nêzî 500 hezar biyanî hatine bicihkirin.

Şêxo balê dikişîne ser mijarekî xeter ku niha li Efrînê diqewime, ew jî, Çete Efrîniyan neçar dikin ku milkên xwe li ser navê çeteyan qeyd bikin.

Ew eşkere dike ku 7 welatiyên ji navçeya Şiyê di bin gefa kuştinê de neçar bûn ku milkên xwe radestî çeteyan bikin.

Şêxo destnîşan kir ku welatiyekî êzidî yê ji gundê Îska yê navçeya Şêrawa jî neçar hat hiştin.

Ku hektareke zeviyê xwe ku 150 darên zeytûnê lê hatine çandin, radestî wan bike.

Ji bo ku avahiyeke mêtingehiyê ya nû lê ava bikin.

“Malan bi erzanî difiroşin”

Şêxo bal kişand ser rêbazên din ên talankirina mal û milkên xwecihên herêmê jî û ev agahî parve kirin:

“Çete û biyaniyên ku dest danîne ser malên xwecihên Efrînê jî bi rêya nivîsgeha Pîşesaziyê bi erzanî difiroşin.”

Dagirker bi vê “rêbazê nû” armanc dike kantona Efrînê ji xaka Sûriyeyê qut bike û tev li xaka Tirkiyeyê bike.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku her kesê vedigere kantona Efrînê çarenûsa wan nediyar e.

Her wekî ji bo her kesê vedigere Efrînê li beramberî mayîna di malên xwe de hezar û 500 dolar pere wekî şert hat diyarkirin.

Ji sala 2018an û heta niha, bi sedên sûcan li wir hatine tomarkirin û hîna jî ev senaryo dewam dike.

Back to top button