ji ber teqîna volkanê ya Bulusan her der dinava xweliyê de ma

Li Filipînê yek ji volkanên herî zêde metirsîdar, Volkana Bulusan.
Doh piştî teqîna volkanê, asta hişyariyê ji bo 1 pileyî hate bilindkirin.
Li herêmê her der dinava xweliya spî ya volkanê de ma.

Asta hişyariyê ji bo Volkana Bulusan a li Girava Luzonê ya Fîlîpînan ji 0’ê bo 1 pileyî hat zêdekirin.

Li gor malpera Rapplerê, Volkana Bulusan a li bajarê Sorsogonê despêkê 17 deqeyan av furiyaye.

Piştî wê asîman bi dûmana gewr hat pêçan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Volkanolojî û Erdhejnasiyê ya Fîlîpînê (Phivolcs) ve hat dayîn de, hate gotin,

Ev rewşek neasayî ye.

Piştî teqînê li ser volkanê dûmana gewr a bi qasî 1 kîlometre dirêj hat dîtin.

Enstîtuyê bi gomana pêkhatina teqîneke nû ji rêveberên hewavaniyê xwest ku nêzî herêmê nefirin.

Beriya teqînê di rojekê de li herêmê 77 erdhejên volkanîk hatin tomarkirin.

Volkana Bulusan yek ji volkanên herî çalak ên li welêt tê hesibandin.

Back to top button