Sîstema rêveberiya Kazaxistanê diguhere

Li Kazaxistanê referandûma ku xwedî taybetmendiyên şoreşa demokratîk e bi dawî bû.
Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Kazaxistanê ragihand ku welatiyan piştgirî dan guherînên destûra bingehîn.

Doh li Kazexistanê referandum pêk hat.

Guhertinên ku pêvajoya biryargirtinê ji navendê durdike û serokê berê Nursultan Nazarbayev ji statuya “rêberê neteweyî” derxist, ji sedî 77,18’ê dengan hat qebûlkirin.

Rêjeya tevlêbûna referandûmê ji sedî 68,06 bû.

Bi gotineke din, li welatekî ku nifûsa wê 19 milyon e, ji 11 milyon û 734 hezar û 642 hilbijêrên qeydkirî bi qasî 8 milyonan çûn ser sindoqan.

Kazaxiyan di referandumê de ji bo pirsa “Gelo hûn guhertin û zêdekirina qanûna bingehîn a Komara Kazaxistanê qebûl dikin” dengê “erê” yan jî “na” dan.

Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Kazakistanê destnîşankirin ku hilbijêrên li welat piştgirî dan guherînên destûra bingehîn yên yên Serokomar Kasım-Comert Tokayev.

Piştî 27 salan li welat cara duyemîne referanduma di warê guherîna destûra bingehîn de pêk tê.

Ev yek jî bi îdiaya ku “Kazaxistana nû” pêk hat.

Bi referandûmê re 33 xalên bingehîn ên destûra bingehîn a ku herî dawî 1995’an de hatibû qebûlkirin, hatin guhertin.

Back to top button