Vê sibehê Artêşa Tirk careke din dest ni êrişên li ser herêmê kir.
Dagirkeran li ser rêya rojavayê navçeya Eyn Îsayê erebeyek kir armanc.
Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker li nêzî Rawestgeha Seqir a Eyn Îsayê erebeyek topbaran kir.
Di encamê de zirar gihaşt erebeyê, lê tu windahiyên mirovî yan jî birîndarî çênebûn.
Li aliyekî din jî di encama topbarana duh a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Ebû Nêtone yê li rojavayê Eyn Îsayê de, 3 kes birîndar bûbûn.
Dagirkeran gundê Kawiklî yê Minbicê topbaran kir
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand artêşa Tirk a şevê din gundê Kawiklî yê rojavayê Minbicê bi moşek û hawinan tobparan kir.
Navendê piştrast kir ku 22 moşek li gund ketin.