Fransa operasyona hevbeş ya li gel Malî da rawestandin

Piştî darbeya leşkerî ya li Maliyê, Wezareta Parastinê ya Fransa ragihand ku wan oparasyona hevbeş ya bi hêzên Malî re dan rawestandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Fransayê, ew li benda ‘garantiyane’ ku di hilbijartina Sibata 2022’an de desthilatdariya sivîl vegere ne.

Wezaretê ragihand ku biryar hatiye dayin ku operasyonên leşkerî yên hevpar ên bi artêşa Malî re rawestînin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Civata Aboriyê ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê û Yekîtiya Ewropayê ji bo diyarkirina çarçoveya derbasbûna siyasî ‘xetên sor’ destnîşan kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin,

“Ev biryar wê rojên bê li gorî bersiva rayedarên Malî ji nûve bê nirxandin.”

Malî ku di nava neh mehan de du caran darbeyên leşkerî lê bû.

Wezareta Parastinê ragihand ku bi 5.100 leşkerên xwe wê operasyonên li Sahelê “bi tenê” dewam bikin.

Back to top button