QSD: Hêzên me li dijî ti deveran neketine nava tevgerê

QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a ku îdia kiribû 3 şervanên wan şehîd xistine, derewand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk a dagirker bi armanca şerê taybet agahiyên şaş belav dike û wiha got,

“Hêzên me li dijî ti deveran neketine nav liv û tevgereke êrîşkariyê û derbasî wan herêmên navborî nebûne.”

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk duh îdia kiribû ku li herêma Serêkaniyê a dagirkirî 3 şervanên QSD’ê yên ku hewldane êrîş bikin hatine şehîdxistin.

Back to top button