Weke her roj, îro jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hebûn.
Vê carê jî gundê Birc Qasê yê navçeya Şêrawa hat topbaran kirin.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gudê Birc Qasê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Doh jî dagirkeran êrîş birin ser gundê Aqîbê û Soxanekê ya navçeya Şêrawayê û bi dijwarî topbaran kir.
Li parka El-Istiqlal ya Reqayê mayînek teqiya
Li aliyekî din jî îro li bajarê Reqayê mayînek teqiya.
Mayîn li hemberî parka El-Istiqlal a li ser rêya giştî ya Reqayê di çopdankekê de hatibû bicihkirin.