Êdî rojane dewleta Tirk bi dronan êrişî herêmê dike

Duh li Qamişlo êrişeke bi dronan pêk anî.
Di vê êrişê de jî zarok bûn qurban.
4 kes şehîd, di nav wan de 2 zarok hebûn û du birîndar bûn.

Ev dîmenên êrişa duh a li Qamişlo ye ku bi dronan li dijî sivîlan pêk hat.

Di se’etên ber êvarî de, dewleta Tirk li taxa Sînaa a bajarê Qamişlo erebeyeke sivîlan kir armanc.

Asayiş: 2 ji wan zarok, 4 kes şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Têkildrî êrişê hêzên Asayîşê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de li ser bûyerê ev agahî hatin biparvekirin:

“Li gorî encamên lêpirsîna destpêkê se’et 16:21’an li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo, droneke dewleta Tirk a dagirker erebeyek kir armanc.

Di encamê de 4 kes, di nav de 2 zarok şehîd bûn û du kes jî birîndar bûn.

Rewşa birîndaran giran e û ew rakirin nexweşxaneyan.

Her wiha ziyanên mezin ên madî gihiştin erebeyan û dikanên pîşesaziyê.”

QSD’ê jî der barê êrişê de bi daxuyaniyekê ragihand yek ji wan şehîdan endamekî Saziya Disîplîna Leşkerî ya Qamişlo ye .

Ev ne êrişa yekem e ku ji aliyê Tirkiyê ve û li dijî zarokan pêk tê.

4’ê mehê jî bi heman rengî êrişeke bi dronan li Til Rifetê jî pêk hat.

Di wê êrişê de, 9 kes birîndar bûn, ji wan 6 zarok bûn.

Dewleta Tirk ku sûdê ji bêdengiya cîhanê ya li beramberî van sûcan digire, dema dawî êrişên xwe yên bi dronan li ser herêmê zêde kirine.

Di van êrişan de zarok tên armancgirtin û şehîdxistin.

Back to top button