Desteya Jîngehê ji desteya Rêveberiya Xwecih cuda bû

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê civîna xwe ya 4’an lidarxistin.
Meclisê biryara cudakirina Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiya Xwecih erê kir.
Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî erkdar kir û endamên nû hatin hilbijartin.

Hevserokên desteyên Herêma Cizîrê û 98 endamên Meclisê beşdarî civînê bûn.

Di serî de rapora civîna borî bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hatin xwendin.

Rapora xebatên Meclisa Zagonsaz jî hatin xwendin..

Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand..

Ubeyde Mihemed El Salih El Zobe wek hevserokê Desteya Karûbarên Civakî hat erkdarkirin.

Meclisê biryara cudakirina Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiya Xwecih erê kir ..

Dawiyê endamên nû hatin hilbijartin

Welîde Botî bû Endama Koordînasyona Kongra Star..

Cîhan Hesen jî kete bloka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ..

Back to top button