Ferzende Munzur: Li ser rewşa Rêber Apo wê konferansek li dar bikeve

Dagirkeriya Tirkiyê tecrîda li dijî Rêber Apo ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne her ku diçe giran dike.
Bi cezayên disîplînê pêşiya hevdîtinê digire û ji bo hin mafan bi dest nexe polîtîkayek taybet dimeşîne.
Li aliyek din jî li dijî tecrîdê bi rojane gel di nava çalakiyan de ne û banga azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin.

Têkildarî mijarê berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr axivî û got

“Pergala Îmraliyê li ser bingeha tecrîdê hate avakirin û li dijî Rêber Apo qanûnên cuda pêk tînin.

Ev cezayên disîplînê xwe naspirin tu qanûn an jî mafan. Ji ber ku ev hincet neqanûnî siyasî ne.

Gelek peyam ji CPT û saziyên hiqûqî ya navneteweyî re derbarê van binpêkirinan de hat şandin.

Lê heta niha saziyekê jî bi erkên xwe ranebûye.”

Ferzende Munzûr da zanîn ku wê di demeke nêz de li ser asta Rojhilata Navîn konferansek di derbarê rewşa Rêber Apo bê lidarxistin.

Kobanê-Mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike

Back to top button