Konseya Ewlekariyê: Li Iraqê çeteyên DAIŞ’ê çekên kîmyewî bikaranîne

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê beşek ji herêmên Iraqê dagir kirin û li gel sûcên ne mirovî li dijî sivîlan dihat behskirin ku vê rêxistina terorîst û çeteyan çekên kîmyayî bikar anîne.
Ji bo piştrastkirina vê jî, Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ji bo belgeyên şênber peyda bikin, tîmek ji bo lêkolînê ava kir.

Têkildarî mijara karanîna çekên kîmyewî, Serokê Tîma Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî Cristian Rechard ji çapemeniyê re daxuyaniyek da.

Rechard ragihand ku wan lêkolîn li ser rizgarbûyiyên kîmyabarana 2016’an ya Xurmatû kiriye û di encama lêkolîna wan de derketiye holê ku hîn jî bandora çekên kîmyayî li ser wan maye.

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Xurmatû, nêzîkî şeş hezar kes tên tedawîkirin.

Herwiha du zarokan ji ber bandora kujer ya çekên kîmyayî jiyana xwe ji dest dan.

Di lêkolîna Konseya Ewlekariyê piştrast kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê çekên kîmyayî bikar anînede, girêdayî tawanê çendîn belge û nasname hatine dîtin ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê re hebû.

Li Erebîstana Siûdî civîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Back to top button