Birîndarên Kobanê: Divê çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin

Di di şerê li dijî DAIŞ’ê de di 2014 û 2015’an li Kobanê gelek şervan birînda bû.
Li vir civaka Navnetewî doza çeteyên DAIŞ’ê yên girtî paşguh dike.
Lewma birîndarên berxwedana Kobanê li ser vê paşguhkirinê vê bangê dikin
“Divê çeteyên DAIŞ’ê li dadgehên navneteweyî bên darizandin..”

Birîndarê bi navê Ebdulqadir Remî vê yekê dibêje:

“Em hêvîdar in ku hêzên navneteweyî girîngiyê bidin vê mijarê.

Pêwîste metirsiya vegera DAIŞ’ê paşguh neke.

Destekê bide Rêveberiya Xweser ku bi tena xwe barê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî hildaye.”

Egîd Oso jî da zanîn ku em ji bêdengiya civata navneteweyî matmayî ne.

Her wiha, Silêman Îbrahîm jî got:

“Divê hêzên navneteweyî dadgehên navneteweyî ava bikin.

Çeteyan bi awayekî cidî darizînin.

Birîndarê bi navê Ciwan Ehmed jî aliyê xwe ve ev bang kir:

“Divê her kes xwe li hember vê metirsiyê berpirs bibîne.”

Li Erebîstana Siûdî civîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Back to top button