Catherine Colonna: Xeteriya DAIŞ’ê li ser ewlehiya Fransayê didome

Wezîra karên derve ya Fransayê Catherine Colonna destnîşan kir ku DAIŞ, hîna li ser ewlehiya welatê wê gef e tevî ku gelek destkeftî li hember wê hatine bidestxistin.

Catherine Colonna destnîşan kir ku DAIŞ, her carê bi şêwazekê xwe nû dike, şaxên nû ji xwe re ava dike, ji ber wê divê li hember wê bê sekinandin û têkoşîna li hember vê gefê berdewam bike.

Catherine Colonna piştî civîna wezîrên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Terora DAIŞ’ê daxuyanî da.

Catherine Colonna diyar kir ku armanca vê civînê, berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye û sekna li hember gefên din ên rêxistina El Qaîdayê ye.

Back to top button