Tevî zehmetiyên li Şehbayê, şagirtan bi serketî dibistana xwe qedandin

Sala xwendinê ya 2021-2022 li Şehba, Efrîn û Kobanê bi belavkirina karnameyan li bi deh hezaran xwendekarên dibistanan bi dawî bû. Xwendekaran diyar kirin ku wê di hemû şert û mercan de xwendina xwe bidomînin.

Sala xwendinê ya 2021-2022 li gelek deverên herêmê bi belavkirina karnameyan bi dawî bû.

Îro li Şehbayê karname li xwendekarên seretayî, navîn û amadehî hatin belavkirin.

Gelek xwendekarên ku li dibistanên Şehbayê dixwînin ji Efrîn koçber bûne.

Xwendekara bi navê Majda Xeyrî ku ji Efrînê koçber bûye û li Kampa Berxwedan dixwîne got, tevî êrişên li ser me çêdibin, lê em ê xwendina xwe dewam bikin.

Mamoste Sîlva Reşîd jî got: “Di demeke wiha de ku piranî şagirtên me li kampan dimînin, lê sala xwendinê ya îsal gelekî serkeftî bû.”

Xwendekarên herêma Efrînê bi kêfxweşî bawernameyên xwe girtin

Her wiha xwendekarên herêma Efrînê jî bi kêfxweşî karnameyên xwe girtin.

Mamosteyên dibistana Şehîd Şiyar ên bajaroka Babinisê diyar kirin ku divê civak parastina ziman û nasnameya xwe ji qirkirinê bike.

Xwendekaran jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û wiha gotin: “Em ê her xwendina xwe bidomînin û bi fêrbûna zimanê dayîkê em hebûn û nasnameya xwe diparêzin.

Bawername li 43 hezar şagirtên bajarê Kobanê hate belavkirin

Li Kobanê jî Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê bawenameyên 43 hezar şagirtên asta seretayî li wan belav kir û diyarî pêşkêşî wan kir.

Back to top button