MÎT’a Tirk 3 Efrîniyên koçber li Istenbolê revandin

MÎT’a Tirk 3 Efrîniyên ku koçî bajarê Stenbolê kiribûn bi hincetên bêbingeh revandin.

Herwekî suc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, Efrînî li bajarên Tirkiyê jî tên revandin.

Li gorî rêxistina mafên mirovan a Efrînê, MÎT’a Tirk di meha gulanê de 3 Efrînî li Stenbolê revandin e.

Rêxistina Mafê mirovan eşkere kir ku 28’ê Gulanê Efrîniyê hatî revandin Mihemed Bilo yê 35 salî ji gunde Dîka ya Bilbilê ye.

Tevî malbata wî serî li gelek qereqolên Polisan yên li Stenbûoê dan e, agahî ji Bilo nehatiye girtin û çarenûsa wî ne diyar e.

Heman rojê, Istîxbarata Tirk welatiyê bi navê Yusif Çolaq yê ji gundê Mamila yê Raco a dagirkirî revandin.

Rêxistina mafê mirovan diyar kir ku Yusif Çolaq beriya 7 salan ji bo kar koçberî Tirkiyê bûbû.

10 gulanê jî MÎT’a Tirk ciwanê bi navê Mihemed Omer ê 19 ku ji gundê Hesendêra ya Bilbilê ye revandin.

Rêxistina mafê mirovan, eşkere kir ku Mihemed Omer dema diçû karê xwe, li Stenbolê hat revandin.

Back to top button