Her diçe hêrsa dewleta Tirk a li dijî projeya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde dibe. Hevserokê Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb nirxandin kir û got, “Dewleta Tirk dixwaze kirîza ku cîhan têre derbas dibe bike weke fersendekê ji bo êrişên nû li ser herêmê pêk bîne.”
Her diçe hêrsa dewleta Tirk a li dijî projeya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde dibe.
Lewre, demên dawî de êrişên wê yên bi rêbazên cuda li herêmê dijwartir kiriye.
Têkildarî mijarê, Hevserokê Desteya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb nirxandin kir.
Ereb da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze kirîza ku cîhan têre derbas dibe weke fersendekê bibîne û herêmên nû dagir bike.
Di dawiyê de Silêman Ereb daxwaz ji gel kir ku piştgiriya rêveberiya xweser bikin, destkeftiyên xwe biparêzin û li hemberî siyaseta qirêj a dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bide.