Nêzî 200 hezar Qibrisiyên Tirk ji bo hilbijartina serokomarê xwe çûn ser sindoqan

Îro Qibrisiyên li bakur ji bo hilbijartina serokomarê xwe yê nû çûn ser sindoqan.

Serokomarê niha Mustefa Akinci jî dinav de 11 namzet ketine pêş-baziyê.

Her wiha hilbijêrên ku diçin ser sindoqan jî, ji bo guhertin û zêdekirina şêwazê dozgerên meh-kemeyan jî wê, dengê xwe bikar bînin.

Li bakurê Qibrisê ku sala 1983’an serxwebûna xwe yekalî ragihand û tenê Tirkiye ew bi navê Qibrisa Bakur a Komara Tirkiyê nas dike cara 10. ji bo hilbijartina serokkomarê xwe yê nû çûn ser sindoqan.

Hilbijartina ku wê di 26’ê Nîsanê de hatiba kirin ji ber vîrûsa Corona hatibû paşxistin.

Îro di saetên sibê de Qibrisiyên Tirkiyê ji bo hilbijartina serokomarê xwe yê nû çûn ser sindoqan.

198 hezar û 867 kes ji bo dengê xwe bikar bînin çûn ser 738 sindoqan.

Dengdan heta saet 18:00’an dewamkir.

Piştî hilbijartin bidawî bû vê carê dest bi vekirina sendoqan û jimartina dengan hate kirin.

Di hilbijartina îsal de, ji bo guhertina û zêdekirina şêwazê dozgerên mehkemeyan jî wê dengdêr dengê xwe bikar bînin.

Îsal parastina sendoqên hilbijartinê ji aliyê 2 hezar û 658 kes htin erkdarkirin.

Hilbijartina Serokomariyê 5 salan carekê pêk tê.

Ji bo serokomariya Qibrisa Tirkiyê 11 namzet ketine pêşbaziyê

Serokkomarê niha Mistefa Akinci ji di nav de bi giştî 11 namzetên serokomariyê di pêşbaziyê de ne.

Ev hilbijartin jî weke hilbijartina herî zêde namzetên serokatiyê heyî ya li welat kete dîrokê.

Di tura yekemîn de ger hilbijêrek dengê ji nîvê zêdetir nestêne, wê tura duyemîn di navbera 2 kesên ku herî zêde dengstandî de jî 18’ê Cotmehê pêk were.

Serokkomarê niha Mistefa Akinci jî beriya hilbijartinê ragihandibû ku ji aliyê rêveberiya Tirkiyê ve destwerdana li hilbijartina li welat tê kirin.

Akinci anibû ziman ku li dijî wî gefên kuştinê jî tên xwarin.

Piştî van gotinên Akincî careke din Serokê AKP’ê bertek nîşan dabû.

Mistefa Akinci yê ku destwerdana dewleta tirk di welatên ciran de rexne dikir, her bû hedefa faşîzma AKP û MHP’ê.

Back to top button