Li Hesekê pêşangeha Çand û folklora pêkhateyan hat vekirin

Li Hesekê bi slogana ‘Çand giyan û wijdanê bîra gelan e û qêrîna wê ya ji bo çaranûsa xwe ye’ pêşangeha cil û berg û amûrên folklorî yên pêkhateyên herêmê hate vekirin.

Di pêşangehê de gelek xwarinên kevin hatin çêkirin her wiha şanoyeke li ser ‘Şeva Hineyê’ hate pêşkêşkirin.

Îro li bajarê Hesekê bi slogana ‘Çand giyan û wijdanê bîra gelan e û qêrîna wê ya ji bo çaranûsa xwe ye’ pêşangeha çand û folklore pêkhateyan hat vekirin.

Pêşangeh ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê li meclisa bajarokê Sefiye hat vekirin.

Armanca pêşangehê, parastina çanda pêkhateyên herêmê, vejandina çanda pêşiyan û bîranîna Hevrîn Xelef bû.

Di pêşangehê de endama rêveber a Komîteya Çand û Hûnerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî axivî û şehîd Hevrîn Xelef bîr anî.

Piştre helbestvan Ferhad Merdê helbestên neteweyî ku girêdana pêkhateyên herêmê bi axa welêt piştrast dikin vegot.

Her wiha zaroka bi navê Sara Silêman di pêşangehê de stranek li ser şehîdan got.

Jinên ku beşdarî vekirina pêşangehê bûn diyar kirin ku ew bi vê çalakiyê kêfxweşin.

Back to top button